PDKê vegeriya nava civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

PDKê vegeriya nava civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê serokatiya Komîsyona Maddeya 140an û Komîsyona Aborî, Darayî, Plansaziya Stratejîk û Geşepêdanê bi fermî wergirt.

Serokê Koma KDPê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hasan Mecîd ragihand ku ev guhertin di çarçoveya dabeşkirina nû ya 14 komîsyonên encûmenê de ku di civîna 8ê Îlonê de hatibû kirin, pêk hatiye.

Li gorî dabeşkirina nû, Hasan Mecîd serokatiya Komîsyona Aborî û Darayî girt û di komîsyonên din ên wekî Xizmetguzariyê de jî bû endam.

Her wiha endama KDPê Şoxan Hesîb jî bû seroka Komîsyona Maddeya 140an, Mafên Mirovan û Werzişê.

KDP di 28ê Tîrmeha 2026an de piştî boykoteke ku salek û nîv, vegeriya nava civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.