Kestiya Amerîka ket nava ava Behra Çînê

Kestiya Amerîka ket nava ava Behra Çînê

PeyamaKurd- Keştiya Amerîka ya bi navê USS McCampbell çû behra başûrê Çînê û Çîn bertekeka tund nîşanî bûyerê da. Çîn xwest ku Amerîka dev ji van tevgerên xwe yên provakatîv berde.

Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Lu Kang, li Pekînê civîneka çapemeniyê lidarxist û got ku destroyera bi fuze ya hêzên deryayî ya Amerîkayê, mafê Çîne yê hukumraniyê binpê kiriye û qanînên navdewletî îhlal kiriye. Berdevk Lu got ku keştiyên şer û balafirên şer şandine deverê û Amerîkayiyan hişyar kirine û mijarê gihandine maqamên Amerîkayê.

Balkêşe di roja ku heyetên Çîn û Amerîkayê hevdîtinên bazirganiyê wê bikin, keştiya Amerîkayê dikeve nav ava Behra Çînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin