Rûsyayê bi encama 3-1 tîma Misirê têk bir

Rûsyayê bi encama 3-1 tîma Misirê têk bir

PeyamaKurd - Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an Grûpa Ayê de, Rûsya û Misir cara yekemîn tên pêşberî hev. Rûsyayê bi encama 3-1 tîma Misirê têk bir.

Futbolîstê navdar ê Misirê Muhammed Salah cara yekemîn di kûpayê de formeyê tîma xwe li xwe dike.Misirê heta niha di Kûpaya Cîhanê de, li hemberî tîmên Ewropayê ti maçek nestandiye.

Rûsya jî heta niha ango ji heyama Yekîtiya Sovyetê ve hîç li hemberî tîmên Afrîkayê têk neçûye.

Di despêka maçê de tîma Misirê golek avêt qeleya xwe û Rûsya 1-0 ket pêşiya Misirê.

Piştre jî di xuleka 59an de Çerisev û xuleka 62yan de jî Dzyuba gol avêtin û Rûsya bû 3-0 li hemberî Misirê.

Tîma Misirê bi gola penaltiyê ya Muhammed Salah (72″) ferqa navbera herdu tîman anî diduyan û encam bû 3-1.

Maç bi encama 3-1 bidawî bû û Rûsyayê tîma Misirê bi 3-1ê têk bir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin