PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş îro ji doza li ser hatiye vekirin a giştî ku 142 sal ceza jê re tê xwestin derket pêşberî dadgehê. Demirtaş di parastina xwe ya ku derbarê fezlekeya ji bo wî hatiye amadekirin de axivî û got, “Em ji bo mirin çenebin têkoşiyan. Axaftina ku bûye mijara fezlekeyê jî ji xebateke siyasî wêdetir ne tiştekî din e."
Selahattîn Demirtaş derbarê neheqiya ku lê hatiye kirin de bi bîr xist, "Yên ev kirine hesabekî şaş kirine û piştî vê saetê biryara tehliyekirina min bê dayîn jî edalet nayê bicihanîn. Çimkî bi van darizandinan mudaxeleyeke giran li siyasetê hatiye kirin."
Demirtaş di parastina xwe de li ser tawanbariyên bo parçekirina Tirkiyê û got, “HDPê kengî gotiye bila welat parçe bibe? Kengî al û sînor kirine mijara nîqaşê? Tiştekî wisa nebûye. Em di nav sînorên welat de, sîstemeke demokratîk pêşniyar dikin. Em ji bo heq û azadîyan destûreke nû ya demokratîk pêşniyar dikin.”
Demirtaş bal kişand ser ku fezlekeya ku derheqê wî de hatiye amadekirin ji aliyê dozgerên cemaeta Gulen ve hatiya amadekirin û ew kes jî niha di girtîgehê de ne, lê ew hê jî bi gotina wan wekî ‘terorîst’ hatiye girtin û tê darizandin.
Selahattîn Demirtaş li ser gotinên ji bo Abdullah Ocalan ên wekî; ‘Rêberê Gel, Birêz Ocalan’ jî destnîşan kir ku wî pesindariya sûc û sûcdarekî nekiriye û ew niha jî ji ber daxuyaniyên Ocalan ên bo aştî çareseriyê rêzê jê re digire.
Di berdewamê de Demirtaş siyasetmedarên tirk ên li ser xwîna ciwanan xwe didin jiyandin bi bîr xistin û diyar kir, “Me li hemberî wan serê nedanî û danaynin jî. Ez ewladekî xîzan ê gel im. Ewladê malbateke karker ya 7 xwişk û bira me. Loma jî dizanim bê feqîrî çi ye. Malbata min ne dewlemend e. Li pişt min holdîng û patronên medyayê nînin, gel heye. Ev jî deynê min e, çi li hûndir çi li derve bim, ezê mafên gelên Kurd û Tirk ên tên perçiqandin biparêzim”
Demirtaş herwiha ‘Stratejiya Reforma Darazê’ ya ku çend roj berê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû jî rexne kir û da zanîn, “Reforma Stratejiya Darazê li gorî pêwîstiyên siyasî hatiye eşkere kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên darazê ti çareseriyekê nîşan nade. Heger dadger bikevin bin bandora her deshilatdariya ku were ser kar, ma dikarin edaletê cîbicî bikin? Nabe.”
Parastina Demirtaş a ji Girtîgeha Edirne bi rêya SEGBISê, sibe jî li ber heyeta Dadgeha Sincan a Enqerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin