PeyamaKurd- Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û got ku lazim e HDP di meclîsê de cihê xwe bigire.
Kiliçdaroglu wiha berdewam kir: Em hêvî dikin ku Muherrem İnce ji CHPê zêdetir rayan bistîne. Di parlamentoyê de jî muxalefet wê ji îqtîdara niha zêdetir wekîlan bistîne.
Li ser rewşa HDPê Kiliçdaroglu wiha got: Niha wilo xuya dike ku HDPê wê bi ser bendê bikeve û têkeve meclîsê de. Divê ku HDP jî di meclîsê de be. Lewra heke partiyek ji %1î jî bistîne, qet nebe divê serokê wê di parlamentoyê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin