PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên ji bo têkoşîna bi IŞÎDê re Serheng Sean Ryan got ku niyeta me ew e ku em IŞÎDê bi tevahî ji herêmê xilas bikin.
Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên ji bo têkoşîna bi IŞÎDê re Serheng Sean Ryan ji çapemeniya Kurdî axivî û wiha got: “Me bi pêşmergeyan re li Çiyayê Qereçoxê li dijî IŞÎDê operasyoneke hevbeş kir. Em dixwazin ku pêşmerge jî roleke aktîf bistîne. Operasyon bi serkeftî dewam dike. Em ê IŞÎDê bi tevahî ji herêmê paqij bikin.”
Ryan wiha berdewam kir: “Herêma Qereçoxê pir asê ye. Me li sih cihî IŞÎD bombebaran kir. Me 5 tûnêlên wan îmha kirin. IŞÎD xwe ji ber me diveşêre. Pêşmergeyên qehreman hene. Ev ji bo me avantajeke pir mezin e. Lewra armanca me hemiyan tunekirina IŞÎDê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin