Koma pistevana Îranê berpirsiya xwe ya êrîsa ser hêzên Amerîkî ragihand

Koma pistevana Îranê berpirsiya xwe ya êrîsa ser hêzên Amerîkî ragihand

PeyamaKurd – Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji grubên milîsên Şîe pêk tê, berpirsiya êrîşa ser baregeha Amerîkî ya sînorê Urdin-Sûriyê li xwe girt.

Koma Berxwedanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku êrîşa bi dronan a ser baregeha Amerîkî ya 3 leşkerên amerîkî can dane, ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Komê diyar kiriye ku wan hevdem êrîşî ser baregehên Eş Şedadî, Rdukban û Tenefê yên li Sûriyeyê kiriye.

Herwiha daye xuyakirin ku wan kargeha deryavaniyê ya Zevulun a Îsraîlê jî kiriye armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin