PeyamaKurd- Kongre ya Amerîkayê wezîrtiya Mark Esper bo wezareta bergiriyê (Pentagonê) tesdîq kir. Serokê Amerîkayê Trump bo wezareta bergiriyê Mark Esper nîşan dabû. Piştî Mark Esper ji aliyê Trump de bo Pentagonê namzed hatibû nîşan dan, hefteya borî Senatoya Amerîkayê wî dabû pêşberê xwe û weka ezmûnekî pirsên zahmet jê kiribû.
Esper berê di şîrketa ku sîstema parastinê ya hewayî Patriotan çêdikir, di rêvebiriya wê de xebitîbû û bo wezaretê lê rexne hatibû kirin. Esper bo Tirkiyê, berya ku Tirkiye S-400an bikire, name şandibû û bûbû sedem ku têkiliyên navbera her dû dewletan bikevin astengiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin