PeyamaKurd - Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî di Konferansa Yekrêzî û Destûrê ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê de axivî û got, Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin û jiyana wan di xeterê de ye.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê û Parlementera Turkmen Muna Qehwecî got: "Em Tirkmen, komek xwecihî yên vî welatî, daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku nakokiya siyasî bidin aliyekî û tenê li ser pêşnûmaya Destûra Herêma Kurdistanê bisekinin, ji ber ku destûr mafên hemî koman diparêze."
Qehwecî bal kişand ser aramiya li Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkmenan û destnîşan kir: “Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin, jiyana wan di xeterê de ye. Mafên me li vir li Herêma Kurdistanê têne parastin. Herêmê mînakek baş nîşan daye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin