Kremlînê gef li Polonyayê xwar

Kremlînê gef li Polonyayê xwar

PeyamaKurd-Berdevkê Serokatiya Dewleta Rûsyayê Dmitry Peskov, nêzîkahî û helwesta Polonyayê ya li dijî Rûsyayê nirxand û da zanîn ku dibe ev helwest bibe çavkaniya gefan.

Dmitry Peskov, li ser helwesta Polonyayê axivî û gotinên Wezîra Hawirdor û Sirûştê ya Polonyayê Anna Moskwa yên ‘Ji ber ku Polonya di nav lîsteya welatên dijmin a Pûtîn de ye, ez serbilind im.’ wekî çavkaniya gefan dît. Peskov got ku ev helwest, helwesteke dijminane ye û dibe ku bibe çavkaniya gefan a li hember Varşovayê.

Di meha borî de Rûsyayê veguhestina gazê ya ji bo Polonya û Bulgarîstanê qut kiribû û Rêveberiya Varşovayê jî bang li hevkarên xwe yên Yekîtiya Ewropayê kiribû ku ji bo hedefgirtina sektora gaz û petrola Rûsyayê, tifaqa xwe pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin