PeyamaKurd - Ji bo bîranîna şoreşa Îlonê PDK, konferanseke zanistî encam dide û li gor naveroka konferansê, pêşniyar û nexşeya rêya xwe ya pêşerojê dê aşkera bike.
Îro Sêşemê (11.09.2019) Navenda Lêkolînên Akademîk a PDKê, yekem konferansa xwe ya zanistî bi nave 'Helsengandinek bo naha û nexşerêyek bo pêşerojê’ encam da.
Konferans dê rojekê berdewam bike û berpirsên rêxistinên PDKê beşdar dibin. Naveroka konferansê derbarê nexşerêyekî karê partiyê ye li Kurdistanê bo pêşerojê. Herwaha pêşneyar û têbinî dê bên wergirtin.
Beşdarên konferansê pêktên ji nûnerên hemû organên PDKê, bask û ofîsan û li gel hejmarek kesên akademîsyen û beşek ji nûnerên PDKê jî nav saziyên Parlamento û hikûmetê ne û beşek jî beşdarvanan endamên rêveberiya PDKê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin