Amed | Berfa zêde rêyên 55 gundên Farqîn û Pasûrê girt

Amed | Berfa zêde rêyên 55 gundên Farqîn û Pasûrê girt

PeyamaKurd - Li navçeyên Amedê yên Farqîn û Pasûrê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên 55 gundan hatin girtin. 

Ji ber tundbûna rewşa hewayê û berfa zêde ev çend roj in li bakurê Kurdistanê rêyên gelek navçe û gundên wan ji çûnûhatinê re têne girtin.

Herî dawî ji ber barîna zêde ya berfê li navçeyên Farqîn û Pasûrê yên Diyarbekirê rêyên 55 gundan hatin girtin.

Hat zanîn ku berf li navendên her du navçeyan jî zêde bariyaye û heta 30 santîmteryî li erdê girtiye. Xebatên vekêrina rêyên gundan li her du navçeyan hatine destpêkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin