PeyamaKurd - Serokê desteya tûrîzmê ya Kurdistanê bang li geştiyaran kir ku serdana deverên ji ber şerê PKK û Tirkiyê aloz bûne nekin.
Di van demên dawî de, beşek ji deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi temamî bûye meydana şerê PKK û Tirkiyê û herî dawî jî PKKê avakirina hêzeke milîs ragihand ku rewşa wan deveran hîn aloztir bûye.
Ji ber vê rewşa aloz bandoreke xirab li ser jiyana xelkê wan deveran û kerta turîzmê çêbûye ku jiyana turîstan dikeve xeterê.
Serokê desteya tûrîzma Kurdistanê, Mewlewî Cebar ji medya Kurdistanê re ragihand, ji ber şerê PKK û Tirkiyê bandorek xirab li ser sektora tûrîzmê çêbûye û wan tûrîst hişyar kirine ku neçin deverên sînorî û wan deverên ku şer lê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin