Li Afganîstanê êrîsa xwekujî: Kustî û birîndar hene!

Li Afganîstanê êrîsa xwekujî: Kustî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Afganîstanê êrîşeke xwekujî li dijî leşkerên NATOyê pêk hat. Di encama êrîşê de 3 leşkerên NATOyê hatin kuştin.

Li Afganîstanê gelek caran êrîşên wiha pêk tên û îro jî yek ji wan êrîşan pêk hat.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku li Rojhilatê welêt êrîşeke xwekujî li dijî leşkerên NATOyê pêk hatiye û di encamê de 3 leşkerên NATOyê hatine kuştin û 2 leşkerên Afganîstanê jî birîndar bûne.

Li gorî hinek ajansan jî yek ji wan leşkeran yê Amerîkayê ye û her duyên dî jî yên Afganîstanê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin