PeyamaKurd- Li payîtexta Tirkiyê li Ankarayê bi sedema ku bo PKK ê xebitîne, 7 kes hatin binçavkirin. Operasyon bi serpereştiya serdozgeriya Ankarayê û bi hevkariya îstîxbarata asayîşê û tîmên antî terorê hat kirin û dibêjin ku PKK di taxan de birêdixin lewra operasyon hatiye kirin.
Bi sedema ku di nava rêxistinê de wezîfa kûryeyê dikin, endamên rêxistinê dihewînin, bi hinek endamên rêxistinê yên derve re di nava têkiliyan de ne, serdozgeriya Ankarayê di derbarê 9 kesan de biryara binçavkirinê daye. Serê vê sibê di heman wextê de hêzên asayîşê avêtine ser 7 ciyan û 7 kes hatine binçavkirin lê du kes firarin û niha bo girtina wan xebat têkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin