Li Berava Ummanê, êrîseke bombeyî hat kirin!

Li Berava Ummanê, êrîseke bombeyî hat kirin!

PeyamaKurd- Ji aliyê avaniya leşkerî ya li Berava Ummanê ve hat ragihandin ku li dijî tankêra petrolê ya li beravê, bi drona bombekirî êrîş hatiye kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de şika Îranê tê kirin.

Rayedarên Avaniya leşkerî ya Brîtanî ya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyîtiya Yekbûyî, li ser bûyerê ji bo APyê ragihand ku ew bi bûyerê hesiyane û li ser vê êrîşê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku êrîş li dijî tankêra bi navê ‘Pacific Zircon’ hatiye kirin û hat zanîn ku keştî ji aliyê kompaniya bi navenda Singapurê ya Eastern Pacific Shippingê ve dihat xebitandin û aîdê milyarderê Îsraîlî Idan Ofer bûye.

Her wiha hat zanîn ku rêveberiya Tel Avivê, ji vê êrîşê rayedarên Îranê berpirsiyar dibînin. Lê belê ji ber vê tawanbariyê, heta niha ji aliyê rayedarên Îranê ve tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin