PeyamaKurd – Keştiya ku ji welatê Misrê diçû Bûlgaristanê ya barhilgira barê ziwa, di dema di Buhira Çanakkale de dibuhirî, agir pê ket. Bi sedema derketina şewatê, Buhira Çanakkale ji her dû aliyan de ji bo çûnûhatê hat girtin.
Keştiya bi navê AK DISCOVERY dirêjahiya wê 107 metreye. Piştî kaptanê keştiyê rewşê ji bo rêvebiriya trafîka deryayê ragihand, rêvebirî du keştiyên rizgarkirinê şand ciyê bûyerê. Tîmên rizgarkirinê dixebitin da agir vemirînin.
Li gor hat ragihandin; kesekî di bûyerê de birîndar bûye. Birîndar bi bota ewlehiya peravê gihandine qerexê deryayê û bi ambûlansê birine nexweşxanê.
Di keştiyê de 14 xebatkar hene. Buhira Çanakkale ji bo trafîka deryayê ji her dû aliyan de hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin