Li Efrînê malê Kurdan dikin xenîmet!

Li Efrînê malê Kurdan dikin xenîmet!

PeyamaKurd- Opozîsyona Sûriyê li Efrînê malên Kurdan ji xwe re wekî xenîmet qebûl dikin û hemî mal û milkên Kurdan talan dikin.

Li Efrînê çekdarên bi navê Opozîsyona Sûriyê, talîmateke nivîskî dane cihên qontrolan ku malên Kurdan wekî xenîmet were qebûlkirin û barkirin. Di talîmata nivîskî de mohra Ewlehiya Racoyê û îmza Rêvebirê wê Ebû Edey hebû.

Li gorî Îslamê xenîmet, ew mal e ku di şêrr de ji kafiran tê standin.

Tirkiye û Opozîsyona Sûriyê di 18ê Adarê de ketine nava bajarê Efrînê de û ji wê roja heta niha li dijî Kurdan yaxme û talan li Efrînê dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin