Li Ekvadorê helîkoptereke leşkerî ket xwarê: 5 jê leşker 8 kes mirin

Li Ekvadorê helîkoptereke leşkerî ket xwarê: 5 jê leşker 8 kes mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 5 leşker û 3 sivîlên di helîkoptera ku li daristanên Amazonê de ket xwarê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane ekîbên girêdayî Sekreteriya Rêvebiriya Risk (SGR) ya Hikûmeta Ekvadorê ne û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di encama qezayê de 5 leşker û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Serokomarê Ekvadorê Danîel Noboa li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê qezayê da daxuyanî da û wiha got: "Ez ji ber qezaya trajîk a ku leşker û wezîfedarên cemaweriyê yên alîkariyên însanî didin kirin gelek xemgîn im. Ji bo alîkariya Ekvadoriyan wezîfeyeke qehremanî kirina."