PeyamaKurd- Li gor agahdarkirina ragihandina baregeha Oromiyayê ya welatê Etiyopyayê 5 kes hatin kuştin ku di nava wan de 2 kesên biyanî hene. Li devera Wollegayê kesên çekdar di 5 ê sibehê de 5 kesan kuştin. Nehat gotin bê kesên biyanî ji kîjan welatîne.
Li devera Wollegayê rêxistina Eniya Rizgariya Oromo (OLF) heye ku grûbeka çekdare lê nayê zanîn yên ku bûyerê kirine ev rêxistine an na. Sedemê bûyerê jî heya niha nayê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin