Li Fransa bi sedema şiddetê 2 polîsan xistin bin çav

Li Fransa bi sedema şiddetê 2 polîsan xistin bin çav

PeyamaKurd – Li Fransayê li bajarê Nice bi sedema şiddetê li xortekî kirine 2 polîsan xistin bin çav. Dozgeriya bajarê Nice ragihand ku xort di sala 2003an de hatiye dinyayê û di Nîsana 2026an de li Nice şiddetê diye û gilî kiriye.

Xort, gotiye ku di roja rûdanê de 2 kesên ku alkol vexwarine, xwe weka  polîs dane nasîn, xort avêtine erdê û gelek derb di rûyê wî de hene.

Yek ji wan 2 polîsan hinek eşyayên wî sitendiye, ehliyeta wî û 100 Avroyê wî biriye. Bavê xort dîmenên şiddetê teslîmê asayîşê kiriye.

Lêpirsîn bi sedema şiddeta giran û diziyê vekirine û dozê dewrê polîsê bajarê Nice kirine. Di 22 yê Nîsanê de 2 polîsên ku bûyîna wan 1998 û 1999 e çûne asayîşê û îfade dane.

Asayîşê her dû polîsan xistiye bin çav û bi sûcdariya “şiddeta giran” û “diziyê” tên tewanbar kirin. Di dîmenan de xwuya dike ku her dû polîs bi cilên sîvîlin û tê bihîstin ku yek di nava wan de dibêje ku ew polîs in.