Li Gurcistanê bang hat kirin ku hilbijartin dubare bibin

Li Gurcistanê bang hat kirin ku hilbijartin dubare bibin

PeyamaKurd – Serokkomara Salome Zûrabişvîliyê ku encamên hilbijartinên parlementoyê yên di 26ê cotmehê de li Gurcistanê hatin kirine qebûl nekir, bang li hikûmetê kiriye ku hilbijartinan ji nû ve bike.

Di kongreya rojnamevaniyê de, Serok Zûrabişhvîliyê dupat kir ku ew encamên hilbijartinên parlemanî yên di meha cotmehê de li Gurcistanê hatin lidarxistin û tê de partiya desthilatdar “Xewna Gurcistanê” bi ser ket, nas nake.

Zurabîşhvîliyê diyar kiriye ku mixalefeta ku benda hilbijartinê derbas kiriye û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) (ji xeynî Macarîstanê) hilbijartinan nas nakin û destnîşan kir ku li welêt “krîzeke kûr” heye û ger careke din hilbijartin bên kirin dê bibe çareserî.

Zurabîşvîliyê, daye zanîn ku nenaskirina van hilbijartinan ji aliyê hevalbendên rojavayî ve dibe ku Gurcistanê îzole bike û ev yek dikare welêt ber bi bêîstiqrariyê ve bibe û gotiye, “Bêîstiqrariya siyasî jî dikare bibe sedema bêîstiqrariya ku ji ber sedemên derve pêk tê.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin