Li Helebê 17 eskerên Sûriyê hatin kustin

Li Helebê 17 eskerên Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Helebê 17 leşkerên Sûriyê ji aliyê muxalifan de hatin kuştin. Balafirên şer yên Rûsyayê li gundên Idlibê û Hamayê xistin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku li grûbên çekdar yên bi ser Tehrîr El Şamê, li herêma Beçekê li eniya Zimar û Tomanê êrîşê artêşa Sûriyê kirine û şerên dijwar di navbera wan de derketiye. Şer ji do êvarê de destpêkiriye û heya vê sibê dewam kiriye.

Li gor SOHR ê di encama şer de  17 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 30 leşker jî birîndar bûne. Ji Tehrîr El Şamê 8 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin