PeyamaKurd – Li welatê Hollanda li bajarê Laheyê ji bo ardûyên fosîlan neşewitînin, çalakvan ketin nav tevgerê û polîs mudaxeleyê wan kir. Hêzên asayîşê 2 hezar kesan xiste binçav. Çalakvan ragihandin ku dê tevgerên wan dewam bikin û li hember siyaseta hukumetê ya di derbarê sotemeniyê de ne.
Xwepêşandan ji terefê grûba bi navê Extinction (serhildana nemanê) ku grûbekî hawirdoriyê ye de hat kirin. Bi deh hezarî kes civiyan û qismen rêyan girtin.
Xwepêşandêr naxwazin li Hollanda ardûyên weke petrol, komur û xazê bikarbînin ku ji van cûre ardûyan re dibêjin ‘Ardûyên Fosîlî’.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin