Li Îranê îro hilbijartin destpê kir

Li Îranê îro hilbijartin destpê kir

PeyamaKurd – Li Îranê 13emîn hilbijartinên Serokatiya Îranê, 6emîn hilbijartinên encûmenên bajar û gundan û herwiha dengdana ji bo Parlamentoya Îranê û encûmena şarezayên rêbertiyê li wan bajarên ku yekalî nebûne, îro di saet 07:00an de destpê kir.

Wezareta Navxwe ya Îranê diyar kir, dengdana di hilbijartinan de, dê heta saet 12ê şev bi dema Tehranê berdewam be. Wezareta Navxwe herwiha ragihandiye, eger heye dema dengdanê heta saet 02:00 serê sibeha Şemiyê bê dirêjkirin û ji bo wê yekê jî amaje bi rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê kiriye.

Ji bo hilbijartinên serokomar çar kes berbijêr in, Îbrahîm Reîsî berbijêrê sereke yê Nerîtxwazan, Ebdulnasir Himetî berbijêrê Miyanrew ku beşek ji rîformxwazan piştevaniya wî dikin û Muhsin Rezayî fermandeyê berê yê Supaya Pasdaran û Ebdulriza Haşimî Qazîzade berbijêrê nerîtxwazên tundrew rikaberiyê dikin da ku ji bo çar salên bê bibin Serokomarê Îranê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin