PeyamaKurd - Li bajarê Valanciayê li Rojhilatê Îspanyayê bi piştevaniya şarederiya wî bajarî çalakiyeke ji bo doza Kurdî bi giştî û Efrînê bi taybetî hat sazkirin.
Di çalakiya bo piştevaniya doza Kurdî li bajarê Valanciayê de rewşa Efrînê û proseya guhertina demografiya bajêr bi dane û wêneyan hat nîşandan.
Serokê Komelgeha Dostên Gelê Kurd li Îspanyayê Jaume Dura diyar kir ku gelekî girîng e ew kiryarên ku niha li Efrînê çêdibin ji bo cîhanê û raya giştî ya Ewropî bidin ber çavan.
Jaume Dura wiha got: “Ev çalakî ji aliyê şaredariya Valanciayê ve hate lidarxisitin. En dixwazin bi vê çalakiyê piştevaniya doza Kurdî bikin û ew bûyerên li Efrînê rûdane ji xelkê re bibêjin. Em dixwazin kesên li vê derê dijîn kuştin li Efrînê çêdibin bizanin. Armanca me ya sereke ew e ku em karesata li Efrînê bûye bidin nîşandan.”
Çalakvanê bi navê Mem Hassaf jî wiha got: “Em dixwazin li welatên Ewropayê nas û dostên xwe zêde bikin çimkî em dizanin bandora welatên ewropî li ser hikûmetên welatên din heye û ev tişt ji me Kurdan re gelek girîng e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin