Li Îstenbolê di operasyonê de 181 kes hatin girtin

Li Îstenbolê di operasyonê de 181 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Li bajarê îstenbolê hêzên asayîşê avêtin ser 500 navnîşanan û di encamê de 181 kesan girtin. Navnîşanên wan berê hatibûn tesbît kirin. 181 kesên binçavkirî ji berê de, di derbarê wan de biryara girtinê hebû an jî cezayên wan yên zîndanê hebûn.

Bi tevayî 1.350 polîs tevli operasyonê bûn û bûn 615 tîm. Di nava girtiyan de yên cezayê kuştinê, dizî, yaxme, xesp, bazirganiya maddeyên hişbir û tehdîdên bi sîlih kiribûn hene. Deriyê 20 xaniyan bi çîlîngiran hatin vekirin.

Di nava girtiyan de hene ku 20 sal cezayên wan hene. Kesên cezayên wan di navbera 4 sal û 10 salan de ne, hene. Hene cezayê wan 15.5 e. Kesên ku cezayên wan yên giran hene 87 kesin.

Herkesên ku hatin girtin, wan sewqî dadgehê kirin da cezayên xwe bikşînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin