PeyamaKurd- Endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên Amerîkayê li Minbicê li qada futbolê ya mehfûrkirî bi futbolê leyîstin.
Ev demeke dirêj e ku Minbic di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de bûye sebeba qeyranê. Lê taliyê her du aliyan li ser hinek xalan li hev kir.
Vê carê jî li Minbicê Endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên Amerîkayê maçeke futbolê li dar xistin û wêneyên maçê li ser medyaya civakî weşandin.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş wêneyên maçê li ser medyaya civakî weşandin. Derwêş got ku îro li Minbicê Endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên Amerîkyayê maçeke futbolê li dar xistin. Maç li dijî terorîzmê bi serkeftinê bi encam bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin