Li mizgefteke Bexdayê teqîn:  7 kustî, 30 birîndar

Li mizgefteke Bexdayê teqîn:  7 kustî, 30 birîndar

PeyamaKurd – Di encama teqîneke ku li rojhilatê Bexdeyaê dema nimêja înê çêbû de, 7 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina Reutersê teqîn li rojhilatê paytexta Iraqê Bexdayê li mizgeftekê çêbûye.

Hat zanîn ku teqîn li taxa Baladiyat a Bexdayê dema nimêja înê çêbûye û 7 kesan can daye û bêhtirî 30 kes jî birîndar bûne.

Hîn derbarê berpirsên vê teqînê de ti agahî nehatine belav kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin