PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 26ê Tebaxê li parêzgeha Nînowa bombe bi karwaneke alîkariya mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) de teqiya.
Li gorî ragihandina çavkaniyên polîsê parêzgeha Nînowa, bombe nêzîkî gundê Şaqul a ser bi bajarokê Bertile ya li rojhilatê Mûsilê bi karwana alîkariya xurek û pêdawistiyên jiyanê dibir de, teqiya ye.
Hat zanîn ku bombeyê di karwana otomobîlên rêxistina FAO ya ser bi NYê kiriye armanc û ji ber wê jî fermanberekî Iraqî ku li gel wê rêxistinê kar dikir, birîndar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin