Li Pakîstanê du lesker hatin kustin!

Li Pakîstanê du lesker hatin kustin!

PeyamaKurd- Li Pakîstanê li dijî konvoya General Said Ahmed Nagra êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de 2 leşker hatin kuştin.

Hat ragihandin ku konvoya General Said Ahmed Nagra ya ku ji pênc cemseyan pêk dihat, li nêzîkî bajarê Vaşûkê rastî êrîşeke çekdarî hat. Di encama êrîşê de 2 leşker hatin kuştin û General Said Ahmed Nagra bêbirîn filitî.

Artêşa Belûcîstanê ya Azadiyê “ku ji bo azadiya Belûcîstanê têkoşîn dike”, êrîş girte ser xwe.

Piştî bûyerê, Wezîrê Karên Hundir yê Pakîstanê Şehriyar Afrîdî li ser hesabê xwe yê civakî daxuyaniyek da û got ku em ê bi hev re pirsgirêka Belûcîstanê çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin