PeyamaKurd - Li herêma Çukotka li 335 km nêzîkî bajaroka Tilichiki ya Rûsyayê erdhejeke bi tundiya pileya 6,3 çêbû.
Hat ragihandin ku erdhejê li qadeke mezin bandor kiriye û di kûrahiya 10 kîlomtran a erdzemînê de çêbûye.
Li gorî ragihandina Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhej li qadeke gelekî berfireh hatiye hîskirin ku di nav xeta faya Çembera Agir a Okyanûsa Pasîfîkê de rû daye ku ji sedî 90ê erdhejên cîhanê ji ser wê xetê pêk tên.
Derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti zanyarî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin