Li Şamê teqîn: 5 mirî, 16 birîndar

Li Şamê teqîn: 5 mirî, 16 birîndar

Hate ragihandin ku li qehwexaneyeke Şamê ya li herêma El Himêdiyê ya nêzî Avahiya Dadê teqîneke bihêz çêbû.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku li nêzîkî avahiya Seraya Dadê ya li paytext Şamê, di kafeyekê de teqînek pêk hat.

Di encama vê teqîna bihêz de li gorî zanyariyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, tîmên tenduristiyê û ambûlans gihîştin cihê bûyerê daku alîkariya birîndaran bikin û wan bigihînin nexweşxaneyên herî nêz ên li herêmê.