PeyamaKurd- Li bajarê Tirkiyê yê bi navê Semsûrê (Adıyaman) di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehiyê de şer derket. Di encama şêrr de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku navçeya Komûrê di navbera çekdarên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Di encamê de 5 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirine nexweşxaneyan. Ji van leşkeran 4 nehatine xilaskirin û jiyana xwe ji dest dan.
Heta niha jî hê şer û operason li herêmê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin