Li Sûriyê efserekî rejîma Esed hat girtin: Bi kuştina 175 kesan tê tawanbar kirin

Li Sûriyê efserekî rejîma Esed hat girtin: Bi kuştina 175 kesan tê tawanbar kirin

PeyamaKurd - Li Sûriyê efserekî berê yê hêzên esmanî ku bi kuştina bi dehan kesan hatibû tawanbarkirin hat girtin.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku hêzên ewlekariya navxwe efserekî payebilind ê hêzên esmanî yên rêjîma berê ya Beşar Esed li gundê Qîtê yê girêdayî Ceblê ya Laziqiyê girtine.

Rayedaran diyar kir ku Xeldûn Hisên Mubarek bi encamdana komkujiya "El-`Iteybê" ya ku di 26ê Sibata 2014an de li gundewarê Şamê hatibû kirin tê tawanbarkirin.

Di wê komkujiyê de 155 heta 175 kesên sivîl û çekdar hatibûn kuştin û bi dehan kes jî winda bûbûn.

Di vê mehê de li herêmên Laziqiyê û Tertûsê çend efserên din ên rejîma berê jî hatibûn girtin û ji bo darizandinê hatibûn radestkirin.