PeyamaKurd – Li parêzgeha Telafer a Iraqê dema derbasbûna karwana artêşa Iraqê, bombeyeke çandî teqiya.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandin ku li Telaferê dema derbasbûna karwana artêşa Iraqê bombeya ku berê hatibû çandin teqiyaye û di encamê de efserek û 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên medyayî ji herêma teqînê, di teqîna îro de berpirsê Fewca Du ya artêşa Iraqê û pênc leşkerên din hatine kuştin ku du kes ji wan xelkê Mûsilê ne, lê yên din hêj ne nediyare ji kîjan bajarên Iraqê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin