PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê û çekdarên tundrew ên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê de, li gundewarê Til Temirê 5 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê hatine kuştin û 26 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên herêmê ji ber topbarana li ser gundê Um Şafa 5 leşkerên artêşa rejîmê hatin kuştin û 20 din jî birîndar bûn.
Herwiha 4 din li gundê Dildara birîndar bûn û li gundê Um Kêf jî 2 leşker birîndar bûn.
Ajansa fermî dewleta Sûriyê SANAyê jî ragihand ku pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Tirkiyê de li bakurê Sûriyê berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin