Li Urdinê otobês ket ber lehiyê: 10 mirî 12 winda

Li Urdinê otobês ket ber lehiyê: 10 mirî 12 winda

PeyamaKurd - Li devera Behra Mirî ya li rojavayê Urdinê otobêsa geştê ya ku tê de xwendekar hebûn bi ava lehiyê de çû, li gor tespîtên ewil 10 kes mirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Heyeta Parastina Sivîl a Urdinê hat dayîn otobêsa ku 37 jê xwendekar 44 kes tê de hebûn li herêma Behra Mirî bi ava lehiyê de çû. Di bûyerê de li gor tespîtên ewil 10 kes mirin, 22 jê jî hatin xilaskirin.

Ji bo xilaskirina 12 kesên winda bûne xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û firokeyên artêşê jî tevî xebatên lêgerînê bûn.

Rayedar ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.

Berdevkê hikûmeta Urdinê Cumane Guneymat daxuyaniyek da û got ku ji bo xebatên lêgerîn-xilaskirinê dewletê hemû derfetên xwe seferber kirin.

Li gelek bajarên Urdinê şert û mercên asîmanî yên neyinî tavî li hin herêman bû sedema lehiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin