PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê yê Tirkiyê bi gumana DAIŞê 4 kesên Iraqê hatin desteserkirin.
Hêzên Dijterora Samsûnê li navçeya Îlkadimê ya ser bi Samsûnê ve li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyonek pêk anîn û di encamê de bi gumana DAIŞê 4 kesên Iraqê hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyên berdest, polîsan dest danîn ser materyalên dîjîtal û gumanbar birin emniyeta polîsan.
Hat hînbûn ku lêpersîna wan çar kesên iraqî ku bi hinceta DAIŞê hatine desteserkirn, berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin