PeyamaKurd – Lîderên welatên Yekîtiya Awrûpayê li ser budçeya bi 1,8 trîlyon Ewroyî lihev kirin. Di nava budçeyê de paketa rizgarkirina encama Kovid-19 ê ya aborî jî heye.
Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel, di zîrweya li Brukselê ya lîderên welatên Yekîtiya Awrûpayê de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijara budçeyê ragihand. Budçe ya salên 2021 û 2027a ye.
Michel got ku êdî dikarin dest bi cîhanînê bikin û aboriya welatên xwe ji nûh de ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin