PeyamaKurd- Li Rojavayê Başûrê Sûriyê li bajarê Suveydê du êrîşên xewkujî pêk hatin. Di encamê de 38 kes hatin kuştin û 37 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya fermî ya Sûriyê li Rojavayê Başûrê Sûriyê li bajarê Suveydê gelek êrîşên xwekujî û şer çêbûn. Li bajarê Suveydê li cem dikaneke fêkî û li meydaneke qelebalix du êrîşên xwekujî pêk hatin. Pêşiyê kesekî li ser motosîkletê xwe teqand û di pey re jî li meydanê êrîşek pêk hat.
Di derbarê bûyeran de waliyê Suveydê Amer al-Eshî daxuyaniyek da û got ku du êrîşkar hatin kuştin û êrîşkarê sêyemîn jî hatiye girtin.
Ji xeynî vê jî Ajansa Sûriyê ragihand ku li Rojhilatê Bakurê Suveydê IŞÎDê êrîşî 3 gundan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin