PeyamaKurd - Li demeke ku Tirkiye hîn gefên xwe yên operasyonê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike de, rayedarên pilebindên leşkerî û siyasî yên Tirk li sînorê Sûriyê yê bajarê Rihayê civiyan.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Sererkanê Artêşa Tirk Yaşar Guler, Fermandarê Giştî yê Bejahî Umit Dundar û Serokê Îstixbaratê (MIT) Hakan Fidan li bajarê Riha yê sînorê Sûriyê civiyan.
Li gor ragihandina medya Tirk di civînê de rewşa Idlibê û pêşhatên dawî yên bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) hatine nirxandin.
Hat gotin ku di civînê de li ser rêkeftina Soçiyê ya bi Rûsyayê re hatiye axaftin û hatiye diyarkirin ku dê hevkariya nêzîk a ligel Rûsyayê li Sûriyê berdewam bike.
Li gor zanyariyan piştî hevdîtinên fermandaran Hulusî Akar û Hakan Fîdan jî civîneke taybet lidar xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin