PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 755 kesên dinbi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 755 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 134 kes li Hewlêrê, 227 kes li Silêmaniyê, 303 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 54 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.
Li gorî daxuyaniyê di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1142 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 158901 kesan, ya mirinan bû 4131 kes û heta niha 140261 kes jî mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin