COVID-19 | 6 mirin û 215 pêketiyên nû hatin tomarkirin

COVID-19 | 6 mirin û 215 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 17ê Kanû ya ser rewşa vîrusa koronayê Covid-19 de ragihand ku 215 kesên din pê ketine û 6 kes jî mirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin, di 24 demjimêrên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 6 kesan wefat kiriye û 272 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 101 hezar û 172 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 320 kes û heta niha 65 hezar û 864 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin