PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna awarte ya bi serokên siyasî û rayedarên ewlehiyê re bal kişand ser zêdebûna gefên hîbrîd ên Rûsyayê yên li dijî Ewropa û Fransayê.
Macron got ku êrîşên dronî û kiryarên li dijî binesaziyan armanc dikin ku welatên Ewropî bitirsînin û piştgiriya ji bo Ukraynayê qut bikin, lê ew ê tu carî netirsin.
Li ser vê yekê, Macron ji hikûmetê xwest ku ji bo parastina binesaziyên krîtîk li dijî êrîşên sîber û dronî planeke nû amade bike.
Di heman demê de, mijara duyemîn a sereke qeyrana enerjiyê û bilindbûna bihayê sotemeniyê bû. Macron diyar kir ku ji ber girtina Tengava Hurmiz û êrîşên li ser xetên veguhestinê, buhayê sotemeniyê gihîştiye asta herî bilind a dîrokî.
Serokkomarê Fransayê da zanîn ku ew ji bo dabînkirina enerjiyê bi gelek serokên cîhanê re di nava têkiliyê de ne û di hefteyên pêş de ji bo çareserkirina vê qeyranê dê civîneke G7 bê lidarxistin.