PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê berê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser operasyona kuştina serokê rêxistina terorîst DAIŞê daxuyanî da û got, “Eger alikariya Kurdên Rojava nebûya operasyona kûştina serokê DAISê Ebubekir Bexdadî serketî nedibû.”
McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Operasyona ji nav birina xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî serketinek mezin e ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) û cîhanê, lê ev xebata han eger hevkariya hevpeymanên Kurdên Rojava nebûya bi ser nediket.”
Wekî tê zanîn Donald Trump doh kuştina Ebubekir Bexdadî ragihandibû, behsa hevkariya hinek aliyan û ya Kurdan di operasyona kuştina Bexdadî de kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin