Mehmûd Abbas sertên diyaloga bi Îsraîlê re danî

Mehmûd Abbas sertên diyaloga bi Îsraîlê re danî

PeyamaKurd- Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûda Abbas bo Îsraîlê şertê xwe danî û got eger Îsraîl wan pereyên gumrikê yên ku dest danîne ser bidin wan, wê karibin dest bi diyalogê bikin. Abbas biryara xwe di civîna Tevgera El Fetîhê ya Komîta Navendî de diyar kir. Abbas got piştî pereyên gumrikê bidin wan dikare di mijara malî û aborî de, hetta di temamê babetan de bi Îsraîlê re bikeve diyalogê. Abbas weha got:

“Bi sedema em wan pereyan didin malbatên şehîdan, dîl û birîndaran, eger ew perê gumrikê bibirin, em ti carê qebûl nakin.”

Abbas bo tevlîbûna konferansa Bahreynê ya bi navê ‘Konferansa Manamayê’ got ku ew tevlîbûnê red kirine û heya halê siyasî temam nebe, dê bi mijarên aboriyê bilî nebe.

Di mijara peymana sed sale de jî Abbas ragihand ku ew vê mijarê ti carî qebûl nakin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin