Merz: “Almanya ji şerê cîhanê yê 2.em heya niha rojên herî xerab dijî”

Merz: “Almanya ji şerê cîhanê yê 2.em heya niha rojên herî xerab dijî”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz ragihand ku Almanya ji şerê cîhanê yê 2.em heya niha ji aliyê aboriyê û siyasî de, rojên xwe yên herî zahmet dijî.

Merz, li bajarê Berlînê, di civînekî de axifî û got ku wextekî dirêje pirsgirêkên avahiyan, aboriya Almanya di bin zorê de dihêle. Merz got ku krîzên navdewletî her diçe li Almanya bêhtir tê hîskirin û weha dewam kir:

“Bi îhtîmaleka mezin ji şerê cîhanê yê duyem heya niha wexta me ya herî zor e. Hukumet ji birînên ji budçê yên niqaş li serê hene, planên ku em dixwazin di ewlehiya sîstema civakî de bikin, ji bo parastina Almanyayê pêdiviye. Dinya, her diçe dikeve şeklekî dinê û bi krîzên nûh re rû bi rû ye.”

Merz got carna di heftê de carekî krîz xertên û her diçe mezintir dibin. Ev rewş bandorê li Almanya dike, di aboriyê de zerarê dikin û divê Almanya biguhire. Mezr weha dewam kir:

“Divê Almanya bi rewşa nû re li hev bike û têr nake ku em tenê bi ya rojane îdare bikin. Divê em xwe biguhêrin û berxwedana welatê xwe zexm bikin.”