PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (ÎM), Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan, girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî û hevrêziyê tekez kirin.
Mesrûr Barzanî doh (Sêşem, 10ê Adara 2026an) bi Serokê ÎMARê Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan re bi rêya telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan êrîşa pêr êvarê ya li ser Balyozxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê şermezar kirin û tekez kirin ku êrîşên bi vî rengî binpêkirina qanûna navneteweyî ne.
Serokwezîr Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê wê berdewam be di parastina nûnerên dîplomatîk de.
Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan kêfxweşiya xwe ji hevrêziya baş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Her du aliyan girîngiya xurtkirina hewildanên ji bo kêmkirina aloziyan û parastina aramiya li herêmê tekez kirin.