Minbic Teqîn | Ji Asayîsa Navxwe daxuyanî: Endamekî me can da, 10 kes birîndar bûn

Minbic Teqîn | Ji Asayîsa Navxwe daxuyanî: Endamekî me can da, 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro berêvarê li bakurê bajarê Minbicê êrîşeke bombeyî rûda ku li gor çavkaniyên herêmê di encama teqînê de şewat derket, kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn, teqîna bombeyî ya li Minbicê di saet 16:00an de li nêzî Telet Zîrayî ya bakurê bajarê Minbicê rûdaye û şewat derketiye.

Li gorî zanyariyên nexweşxaneya Minbicê, di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di nava birîndaran de zarokek jî heye û rewşa birîndaran giran e.

JI ASAYÎŞA NAVXWE DAXUYANÎ

Hêzên Asayîşa Navxwe ya Minbicê derbarê teqînê de daxuyanî da û ragihand, endamekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest daye û 3 ji wan zarok 10 kes jî birîndar bûne. Asayîşê herwiha daxwaz ji welatiyan kir, wan ji rewşên bi guman agahdar bikin.

Li gorî ragihandina medya tirk jî guman heye otomobîleke bombekirî hatiye teqandin û piştî teqînê helîkopterên hevpeymaniya navdewletî li cihê bûyerê ketine nav liv û tevgerê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin